Serokê Amerîkayê Joe Biden xwe ji namzetiyê vekişand
Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku xwe ji namzetiya hilbijartinên ku dê di 5’ê Mijdarê de bên kirin, vekişandiye.
Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku xwe ji namzetiya hilbijartinên ku dê di 5’ê Mijdarê de bên kirin, vekişandiye.
Namzetê Partiya Demokrat ê Amerîkayê Joe Biden, xwe ji namzetiya hilbijartinên ku dê di 5’ê Mijdarê de bên kirin, vekişand. Biden anî ziman ku dê di dema peywîra xwe ya mayî de li ser bicihanîna peywîrên xwe bisekine.
Tê payîn ku şûna Biden, Cîgira Serok Kamala Harrîs weke namzetê Demokratan were nîşandan.
Biden di nava hefteyê de dê têkildarî biryara xwe daxuyaniyê bide.