Sadir ‘Kum Şîn’ betal kir

Lîderê Şîa yê Iraqî Miqtada Sadir, ragihand ku Kum Şîn ên ku bi kuştina çalakvanan hate sûcdarkirin, betal kir.

Kum Şîn ên girêdayî ‘Tugaya Aştiyê’ ku di fermiyetê de weke şervanên bê çek tên girtina dest.

Ev pêkhateya ku girêdayî sadir in, di şerên dawî yên di xwepêşandanên li dijî hikûmetê ya li Iraqê de bi kuştina 8 kesan tên sûcdarkirin.

Muqtada Sadir piştî nerazîbûnan  û şûnde ragihand ku Kum Şîn betal kir.

Sadir berî vê bi deh rojan şans dabû Muhemed Alevî yê ku weke serokwezîr hatibû nîşandan, ji meha Cotmehê û vir  ve desteka xwe ya ji xwepêşandanan kişandibû. Vekişîna Sadir hêrsa kolanan zêdetir kir.

Di xwepêşandanên ji serê meha Cotmehê û vir ve zêdetirî 500 kes mirine, derdorî 30 hezar kes jî birîndar bûne.