NY: Sûriyeyiyên ku vedigerin welatê xwe bi êşkence û tundiya zayendî re rû bi rû dimînin

Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku penaberên Sûriyeyê yên ku vedigerin an jî tên dersînorkirin-li Sêriyeyê bi binpêkirinên mafên mirovan, êşkence û tundiya zayendî re rê bi rê dimînin.

Rapora ku ji aliyê Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ve hatiye amadekirin, bal kişand ser rewşa kesên ku vedigerin Sûriyeyê û bi pêkanînên dijwar re rû bi rû dimînin.

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî ku roja Sêşemê hate weşandin penaberên Sûriyeyî yên ku vedigerin malên xwe bi binpêkirinên cidî yên mafan, êşkence û tundiya zayendî re rû bi rû dimînin.

Nivîskarên raporê binçavkirinên keyfî, êşkence, tundiya zayendî û revandinên ku li seranserê welat ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê, desthilatdarên defakto yan komên çekdar ên din ve hatine kirin bi belge kirin.

Li gorî raporê, kesên ku vedigerin milkên wan û pereyên wan tên destserkirin û li hemberî her cure êrîşan bêparastin in.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk di daxuyaniya xwe de bertek nîşan da û wiha got: "Ev rapor bi taybetî êşên ku jin dikşînin û rewşa kesên vedigerin an jî ji welatên din tên dersînorkirin radixe ber çavan.”

Di raporê de mînakên dersînorkirina bi darê zorê ya penaberên Sûriyeyî bi taybetî ji Tirkiye û Lubnanê hene. Turk diyar kir ku her vegerek ji bo Sûriyeyê divê "dilxwazî" be û şert û mercên “ewlehî, rûmetî û domdarî” bên bicihanîn.

Lê belê li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî ev yek li Sûriyeyê gelekî zehmet e, ji sala 2011'an û vir ve di şer de zêdetirî 500 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye û ji sedî 90 ê şêniyan di nava xizaniyê de dijîn. Rapor diyar dike ku gelek Sûriyeyiyên ku ji welatê xwe reviyane ji ber zehmetiyên aborî, destdirêjî û gotinên dijî penaberan, biryara vegerê didin.