Rûsya ew ê S-300’an bide Sûriyeyê!

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir piştî balefireke wan ji ber êrîşa Îsraîlê ket, ew ê pergala parastina hewayî ya S-300’an bide Sûriyeyê.

Wezîrê Parastinê Sergey Şorgû diyar kir ku Rûsya heta 15 rojan ew ê pergala parastinê ya hewayî ya S-300’an bide artêşa Sûriyeyê.

Şoygû got ku, “Heta du hefteyan ew ê pergala fuzeyên S-300 radestî hêzên çekdar ên Sûriyeyê were kirin. Ev pergal heta 250 kîlometreyan dikare li hedefa xwe bide.”

Balefira Rûsyayê  17’ê Îlonê dema Îsraîlê li nêzî Lazkiyeyê dabû, li Behra Spî ketibû. Hatibû diyarkirin ku ev balefir bi şaşî ketiye. Rûsya jî Îsraîlê wekî berpirsyarê ketina balefirê nîşan dide.

Artêşa Rûsyayê piştî lêpirsîna xwe diyar kiribû ku balefira Rûsyayê nekariye di dema xwe de xwe vekişîne qadên ewle.”