Rûsya dixwaze bi YE'yê re jinûve dest bi 'diyaloga enerjiyê' bike

Ji krîza Ûkrayna û vir ve danûstandinên enerjiyê yên navbera Rûsya û Yekîtiya Ewropayê (YE) qut bûne. Moskowa hewl dide vê diyalogê jinûve bide destpêkirin.

Alîkarê Wezîrê Enerjiyê yê Rûsyayê Anatolî Yanovskî ji ajansa Înter-Tassê re axivî û got, ew dixwazin diyaloga bi Yekîtiya Ewropayê re ya li ser enerjiyê ji nû ve dest pê bike.

Yanovskî xwest, diyaloga enerjiyê ya ku bi pêkanînên Yekîtiya Ewropayê yên sala 2014'an qut bû, ji nû ve were destpêkirin û got, "Rûsya li benda pêşniyarên Yekîtiya Ewropayê ye."

Alîkarê Wezîrê Enerjiyê diyar kir, ew amade ne pêşniyarên ji Yekîtiya Ewropayê were binirxînin û got, heta niha ji Ewropayê işareteke bi vî rengî nehatiye.