Rîska ku vîrûs bi rêya zarokan belav bibe, dibe ku kêm be
Li gorî lêkolîneke li Fransayê, rîska ku zarok vîrûsa Covîd-19 belav bike, ji ya mezinan gelekî kêmtir e.
Li gorî lêkolîneke li Fransayê, rîska ku zarok vîrûsa Covîd-19 belav bike, ji ya mezinan gelekî kêmtir e.
Lêkolînên li ser şewba Covîd-19 dewam dikin, ku heta niha li tevahiya cîhanê zêdeyî 2 milyon û 460 hezar kes bi vîrûsê ketine û zêdeyî 169 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Êdî her kes zane ku vîrûsa SARS-Cov-2 di nava kîjan şert û mercî de li mirovan digere û dibe sedema nexweşiyê. Niha jî bi giranî lêkolîn li ser wê têkirin ku vîrûs herî zêde bi rêya kîjan koman belav dibe.
Di encama lêkolînekê de ya li Fransayê hate kirin, eşkere bû ku rîska vîrûs ji zarokekî derbas bibe ji rîska vîrûs ji mirovekî bi temen derbas bibe kêmtir e. Li Contamînes-Montjoîe ya li bajarê Haûte-Savoîe yê Fransayê, ku yekemcar nexweşê Covîd-19 li wir hate dîtin, belavbûna vîrûsê ji zarokê 9 salî hate şopandin.
BI GIŞTÎ TÊKILÎ BI 172 KESÎ RE DANÎBÛ
Di bûyerê de eşkere bûbû ku tûrîstekî Îngiliz ê ji Sîngapûrê hat vîrûs herî kêm li 12 kesî belav kiribû. Lê belê heta ev rewş bê fêhmkirin zarokê Fransî yê 9 salî yê bi vîrûsê ketibû diçû dibistana xwe û klûba kaşûnê. Heta ku eşkere bû ku zarok bi vîrûsê ye, 112 jê xwendekar û mamoste bi giştî bi 172 kesî re têkilî danîbû.
TU KES PÊ NEKET
Li gorî encamên lêkolînê ku li kovara Clînîcal Înfectîoûs Dîseases hate weşandin, semptomên Covîd-19 ê li zarokê 9 salî kêm dihate dîtin. Lê belê tu ji mirovên di wê demê de bi wî zarokî re di nava têkiliyê de bûn bi vîrûsa Covîd-19 neketin. Ji xwe piştî ku hate fêhmkirin zarok bi vîrûsê ye 172 kesên têkilî pê re danîbûn yekser ji bo 14 rojan li karantînayê hatibûn bicihkirin.
Di lêkolînê de hate destnîşankirin ku bi du xwişk û birayên zarokê bi vîrûsê ketibûn, vîrûs nehate tespîtkirin. Lewma hate ragihandin, rîska belavkirina zarokan a vîrûsê dibe ku kêm be.