Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê Sûcê şer tê kirin

Rêxistina Efûyê rapora xwe ya derbarê êrîşên Îsraîlê yên bi ser Xezeyê de weşand û got li Xezeyê sûcê şer tê kirin.

ŞERÊ XEZEYÊ

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ((Amnesty International) derbarê êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de raporeke 300 rûpelî weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku Îsraîl bi zanebûn sûcê şer dike. Sekreterê Giştî yê Rêxistina Efûyê Agnes Callamardê derbarê raporê de daxuyanî da û daxwaza rawestandina êrîşan kir.

Di êrîşan de  ku ji 7’ê Cotmehê ji aliyê Hamasê ve hatin destpêkirin heta niha, 44 hezar 500 kesî jiyana xwe ji dest da û ji 105 hezar kesî zêdetir jî birîndar çêbûn. Piraniya avahiyên li Xezeyê rûxiyan û navenda bajarî veguherî kavilekî.