Rejîma Talîbanê kesekî din li stadyûmê îdam kir

Rejîma Talîbanê li stadyûmeke li bakurê Efganistanê kesekî din ê ji kuştinê hikum lê hatibû birîn li pêşberî gel îdam kir.

Di daxuyaniya Dadgeha Bilind de hate ragihandin ku Nazar Mûhammed ê ku Çileya 2022'an ji kuştina kesekî bi kêrê hatibû mehkûmkirin, li bajarokê Şeberghanê hatiye darvekirin.

Dadgehê diyar kir ku biryara înfazê ji aliyê lîderê herî payebilind ê welêt Hîbatûllah Ahûndzade ve hatiye dayin û piştî lêkolîna 'berfireh' a dadgeriyê biryar hatiye mohrkirin.

Li stadyûmeke ku malbata qurbanî jî di nav de bi hezaran kes amade bû, pênc caran fîşek li hikumxwar hate xistin û hate kuştin.

Li gorî AFP'ê, Talîbanê ji Tebaxa 2021'ê û vir ve ku jinûve bû desthilatdar pênc înfaz pêk anî. Sê ji wan di nava çend rojên derbasbûyî de hate kirin.