Rêjeya sûc li DYA'yê kêm bû
DYA ku bi milyonan sûc û tijebûna girtîgehan tê zanîn, hate ragihandin ku par sûcên krîmînal hinekî kêm bûn.
DYA ku bi milyonan sûc û tijebûna girtîgehan tê zanîn, hate ragihandin ku par sûcên krîmînal hinekî kêm bûn.
Li gorî îstatîstîkên ku Bûroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) ya Dewletên Yekbûyî ya Amarîkayê (DYA) par li tevahiya welêt 1 milyon û 250 hezar bûyerên tundiyê yên krîmînal çêbûne. Hate gotin sûc li gorî sala beriya wê 0,2 ji 100'î kêm bûne. Her wiha hate gotin ji ber sedema polîsan ciwanekî reşik kuştin, ji ber bûyeran bûyerên tundiyê yên ku 2015'an zêde bûn, berdewam kirin.
Li gorî FBI'yê par 18 hezar bûyerê kuştinê çêbûne, li DYA'yê ji her 100 hezar kesî 5,3 bi kuştinê dimirin. FBI got ev rêje 1998'an ji 100 hezarî 6,3 bûye, 2014'an ji 100 hezarî ev 4,4 bûye. Li gorî FBI'yê li DYA'yê 3 ji 4'an kuştin bi çekê ne.