Rêjeya bêkariyê ya li YE weke xwe ma
Li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), rêjeya bêkariyê hema bêjin weke xwe ma.
Li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), rêjeya bêkariyê hema bêjin weke xwe ma.
Li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê (YE) rêjeya bêkariyê di meha Adarê de bi 35 hezar kesî kêm bû û daket 19 mîlyon 716 hezar kesî. Li 5 ji 28 welatên endam jî ev rêje zêde bû.
Li gorî daneyên ji aliyê saziya statîstîkan a Yekîtiya Ewropayê Eurostat ve hatin weşandin, rêjeya bêkariyê ya li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê, mîna meha Sibatê ji sedî 8 bû. Lê belê rêjeya bêkariyê ku di Adara 2016'an de ji sedî 8,7 bû, di nava salekê de di asteke girîng de kêm bû.
Li gorî Eurostatê, li Herêma Euro ku 19 welat endamên wê ne, bêkariya meha Adarê bi 75 hezarî zêde bû. Ev rêje li gorî mehek beriya xwe, ji sedî 9,5 e.
Hejmara bêkaran li 23 wleatan kêm bû, lê li 5 welatan zêde bû.
Di nava Yekîtiya Ewropa de bi rêjeya ji sedî 23,5'an bêkar herî zêde li Yewnanîstanê hene. Piştî vî welatî, bi rêjeya ji sedî 18,2 ê bêkaran re Spanya tê. Rêjeya herî kêm a bêkariyê jî bi rêjeya ji sedî 3,2'an li Çekyayê ye. Û piştî Çekya bi rêjeya ji sedî 3,9'an li Elmanyayê bêkarî kêm e.
Di nava ciwanên kêmî 25 salî de rêjeya bêkaran li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê ji sedî 17,2 ye. Li herêma Euroyê ev rêje ji sedî 19,4 e. Ev rêje salek beriya niha bi rêzê ji sedî 19,1 û ji sedî 21,3 bû.
Ciwanên bêkar herî zêde li Yewnanîstanê, Spanya û Îtalyayê ye ku bi rêzê ji sedî 48, 40,5 û 34,1 e. Ev rêje li Elmanyayê ji sedî 6,7 e.