Plana AKP û Erdogan a destwerdana li siyaseta Fransayê. PEJ

Dîktatorê Tirk Erdogan, bi rêya partiya PEJ a li Fransayê ava bû, hewl dide dest li siyaseta Fransayê werde.

Erdogan û AKP, mîna partiya DENK a li Hollandayê, hewl didin dest li siyaseta hundirîn a Fransayê jî werdin. Bi rêya endamên di partiyên Fransayê de deşîfre bûne hewl didin bi partiya bi navê PEJ dest li hilbijartinan werdin.

Bi navê 'Partiya Edalet û Wekheviyê (PEJ)', di sala 2015'an de partiyek bi AKP'ê ve girêdayî ava bû. Bang li Wezareta Karên Hundir tê kirin, ku vê partiyê lêkolîn bike.

Gelek AKP'yî û faşîstên neteweperest, ku ti nirxekî wan ê çepgiriyê tine bûn, lê demeke dirêj karîbû li nava partiyên çep ên Fransayê cih bigirin, bi dirûşmên 'pir çandî, diyalog, wekhevî' xwe veşartin. Gelek rastgir û Îslamiyên alîgirê AKP'ê jî karîbûn bi saya vê yekê bikevin nava meclîsên şaredariyan.

Lê belê ev rewş heta sala 2013'an de dema Berxwedana Gezî nema karîbû bi vî rengî bidome. Gelek siyasetmedarên ji Tirkiyeyê yên li Fransayê li ber barbariya li Gezî hate kirin, rabûn. Hin endamên şaredariyan ên bajarên cuda jî, ku weke nûnerê AKP'ê dixebitîn, di vê der barê de gotinên faşîzan gotin.

Yek ji van jî endamê Meclîsa Şaredariya Strasboûrgê Şaban Kîper e. Kîper, piştî êrîşên devkî yên li dijî siyasetmedara Elewî Mîne Gunbay, ji Partiya Sosyalîst (PS) hate avêtin.

Piştî ku gelek siyasetmedarên alîgirê AKP'ê yên ketibûn nava partiyên çep deşîfre bûn û xwedî li pêkanînên Erdogan derdiketin, êdî derfetên wan nema ku li nava partiyên Fransayê yên klasîk siyasetê bikin.

Li ser vê yekê, gelek kesên bi AKP'ê ve girêdayî ku xwedêgiravî siyasetmedar in, yên ji partiyên Fransayê qut bûn, lîsteyên xwe ava kirin. Yek ji van jî lîsteya bi navê 'Tevgera Welatiyan a Strasboûrgê' ye, ku di hilbijaritnên herêmî yên 2014'an de ji aliyê namzetê komeleya bi navê COJEP a piştgirê AKP'ê ye Tûncer Saglamer e. Vê lîsteyê bi qasî 1800 deng standibû.

Li gorî şîroveyên wê demê, alîgirên AKP'ê, ji bo pêşî li hilbijartinê Şaredarê Strasboûrgê Roland Rîes ê Erdogan bi tundî rexne dike bigirin, ya jÎ ji bo di tûra duyemîn de bi namzetên herî xurt re bazarê bikin, tevlî hilbijartinê bûne. Lê belê di hilbijartinan de Rîes û ekîba wî, bi zêdehiya 1 pûanî li hemberî namzetê rastgiriya navendî bi ser ket û ji nû ve bû şaredar.

Piştre bi rêya PEJ a dûre hate avakirin, di hilbijartinên meclîsên departmanan (bajar) de li hin herêman namzet nîşan dabû.

NAVNÎŞANA WAN A TÊKILIYÊ JÎ BI YA COJEP A ALÎGIRÊ AKP'Ê RE YEK E

PEJ ku îdîa dike bi dirûşma 'Têkoşîna hevpar a li dijî bê edaletiya civakî' tevdigere, propaganda dike, ku li vî welatî derfeteke têrker ji Misilmanan û koçberan re nayê dayîn ku siyasetê bikin. Bi vî rengî hewl dide Ereb û koçberên Misilman ên ji pekanînên neyî ne razî ne, bixapîne. Taybetmendiyeke din a balkêş a vê yekê jî ew e, ku navenda xwe li Strasboûrgê ye.

Tê zanîn li Strasboûrg û herêma Alsace nifûsa welatiyên ji Tirkiyeyê hatine zêde ye. Her wiha navenda COJEP a alîgirê AKP'ê jî li vir e. Di malpera înternetê ya PEJ de li beşa 'têkiliyê' navnîşana COJEP'ê xuya dike.

Tê zanîn, kadroyên COJEP'ê, piştî salên 1980'ê ji hêzên Îslamî û neteweperestên Tirk ên xwe bi rêxistin kirine, tên. Balkêş e Serokê Giştî yê COJEP'ê Alî Gedîkoglû jî yek ji damezrînerên PEJ'ê ye.

PARTIYA KU AJANSA ANADOLÛ REKLAMA WÊ DIKE

Nîşaneyeke din a ku radixe pêş çavan ku AKP hewl dide bi rêya PEJ'ê bandorê li hilbijartinên li Fransayê bike, hevpeyvîna meha Adarê ya li Ajansa Anadolû ye.

Ev hevpeyvîn bi Serokê PEJ'ê Şakîr Çolak re hate kirin û di 25'ê Adarê de hate weşandin. Çolak di hevpeyvînê de bal kişand ser partiya DENK a li Hollandayê, ku bi AKP'ê ve girêdayî tê naskirin û bibîr xist, ku vê partiyê 3 parlamenter bi dest xistiye. Çolak diyar kiribû, ku êdî dem hatiye 'hindikahiyên li Ewropayê jî partiyên xwe ava bike'.

PCF BANG LI WEZARETA KARÊN HUNDIR KIR KU BIKEVE NAVA TEVGERÊ

Li dijî hewldanên Erdogan û AKP'ê ku bi rêya partiya dûvikê xwe PEJ'ê dixwaze dest li siyaseta Fransayê werde, Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) hişyarî da.

Di daxuyaniya PCF de hate ragihandin, PEJ weke 'buroya ne fermî' ya AKP'ê dixebite û diyar kir, Erdogan wê bi vî rengî 'komên zextê' ava bike, ji bo polîtîkayên xwe yên dîktatorî yên li Tirkiyeyê belav bike.

Di daxuyaniyê de hişyarî hate dayîn, ku di nava PEJ'ê de gelek nîjadperest û Îslamiyên ji nava faşîstan tê hene û hat destnîşankirin, ev partî bi nîşandana namzetan re dixwaze Kurd û Tirkên demokrat ên li Fransayê bêdeng bike. 

Di daxuyaniya PCF de ji Wezareta Karên Hundir a Fransayê hate xwestin, ku tavilê bikeve nava tevgerê û têkiliya navbera PEJ û AKP'ê lêkolîn bike.