Piştî teqîna li Beyrûdê, hikumeta Iraqê hin tedbîr wergirt

Desteya Deriyên Sînor a li Iraqê ragihand ku deriyê Um Qesir ê li Besrayê ji berhemên ku zû agir pê dikevin vala dikin.

Piştî teqîna li bendergeha paytexta Lubnan Beyrûdê, ku di encamê de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes birîndar bûn, Iraqê bi fermana Serokwezîr Mistefa Elkazimî hemû deriyên sînor û devera Um Qesir a li Besrayê ji berhemên ku zû agir pê dikeve û metirsîdarin vala kirine.

Desteya Deriyên Sînor di wê derbarê de ragihand: “Di çarçoveya pêkanîna fermanên Serokwezîr Mistefa Elkazimî de ku daxwaz kiribû ji bo tespîtkirina berhemên metirsîdar (yên weke berhemên kîmyayî û Amûniyum Nîtrat) yên li deriyên sînor ên esmanî, avî û bejahî desteyek bê avakirin. Her wiha dema rastî berhemên bi vî rengî bên wê rêbazên ewlehiyê ji bo wan pêk bînin û ji cihên niştecihî dûr bikin."

Her wiha diyar kir ku derava Um Qesir ya li Besrayê bi temamî ji berhemên ku zû agir pê dikeve hatiye valakirin û li cihekî dûrî welatiyên niştecihê wê derê bi cih kirine.