Peymana nukleer: Di bin siya gef û şantajê de lêgerîna çareseriyê

Fransa di serî de welatên Yekîtiya Ewropayê ji bo domandina peymana nukleer a bi Îranê de muzakereyên xwe didomînin. Îran jî bi awayekî sergirtî gefên xwe yên şantajê didomîne.

Piştî ku DYE di sala 2018’an de xwe ji peymana nukleer vekişand û dest bi zextan kir, Îranê jî hin qewlên di çarçoveya peymana nukleer de da sekinandin û stoka xwe ya ûranyûmê zêdetir kir.

Fransa di serî de welatên Yekîtiya Ewropayê ji bo sekinandina aloziyê û domandina peymana nukleer ketin nav hewldanan. Fransayê bi Îranê re dest bi hevdîtinên nû kir.

Fransa di serî de welatên Yekîtiya Ewropayê ji bo domandina peymana nukleer a bi Îranê re muzakereyên xwe didomînin. Îran jî bi awayekî sergirtî gefên xwe yên şantajê didomîne.

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarîf diyar kir ku wê Îran hevdîtina bi welatên Ewropayê re bidomîne lê hin pêşniyar jî hatine kirin û ew dikin biryaran bidin.

HETA 6’Ê ÎLONÊ

Zarîf got “Welatên Ewropayê heta 6’ê Îlonê qewlên xwe bi cih neynin li gorî biryara me ya 4 meh berê em ê nameyekê ji wan re bişînin.”

Berdevkê Wezareta Karê Dervê yê Îranê Abbas Mûsevî jî got ku “Heke hewldanên dîplomatîk bigihêjin encamekê, em jî dikarin gavan biavêjin. Heke em qewlên xwe bi cih neynin em ê jî gava sêyemîn biavêjin. Wê gava me ya sêyemîn ji gavên me yên yekemîn û duyemîn girantir be. Lê heke şert maqûl bin em dikarin gavên xwe yên yekemîn û duyemîn ji ber çavan derbas bikin û qewlên xwe yên di çarçoveya peymana nukleer de bi cih bînin.”