Pêncşemê li Fransayê wê jiyan raweste!

Li Fransayê rojên Pêncşem û Înê rêya hesin, rêya hewayî, saziyên cameweriyê, perwerde û tenduristiyê wê grêvê bikin.

Xebatkarên saziya rêya hesin SNCF Pêrşemê wê grêvê bikin. Li ser banga sendîkayên GT, UNSA, SUD, CFDT’ê Pêrşemê li gel grêvan wê meş werin kirin. Tê payin ku 25 hezar kes tevlî meşa li Parîsê bibin.

Gerînendeyê şîrketa cameweriyê SNCF’ê Gaulliauma Pepy got piraniya trênan wê ji grêvê karîger bibin. 60 ji 100’î yên trênên bilez TGV wê nexebitin. Her wiha trênên nav-baranan û banliyoyan 25 ji 100’î, 50 ji 100’î wê bixebitin.

Grêv Çarşemê saet 19.00’an wê dest pê bike û heta Înê saet 08.00’an wê bandorê bike.

Sendîka li dijî projeyên reformê yên sektora rêya hesin helwestê nîşan didin. Sendîkayan her wiha biryar dan ku di navbeyna 3’yê Nîsanê û 28’ê Hezîranê de grêvê bikin. Sendîkayan diyar kirin ku heke ev grev jî projeyan nedin rawestandin wê çalakiyên tundtir bikin.

11 sendîkayên Rêya Hewayî ya Fransayê jî wê Înê grêvê bikin. Tê payin ku beşekî girîng ê rabûna balefiran betal bibin.

7 sendîkayên karmend jî ji bo parastina statûya hêza krînê û fonksiyona cameweriyê were parastin Pêrşemdê grêvê dikin. Li tevahiya welêt li 140 navendî wê çalakî werin organîzekirin. Di çalakiya 10’ê Cotmehê de bi sed hezaran kes derketibûn kolnan.

Di qada perwerdehiyê de tevlêbûneke kêm tê payin. Lê roja Çarşemê wê hêlên grêvê diyar bibin. Ji ber ku xwendekarên lîseyê û zanîngehê li dijî reformên li ser diplomaya lîse û zanîngehê ne. Pêncşemê wê krêş girtî bimînin.

Di qada tenduristiyê de jî li dijî politikaya seberiyê wê girêv were kirin. Hikûmet xwe kar dike ku di vê sektorê de, bi taybetî jî di sektora darayî e reforman bike. Sendîka şertên baştir ên xebatê û şertên mirovî dixwazin.