PEN Danîmarka û Rêxistina Efûyê Tirkiye şermezar kirin

PEN Danîmarka û nûnertiya Rêxistina Efûyê, li Kopenhagenê dewleta Tirk şermezar kirin.

Buroya PEN Danîmarka û Şaxê Danîmarkayê yê Rêxistina Efûyê, bi wesîleya 4'ê Gulanê roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê, li ber Konsolosxaneya Tirk a li Kopenhagenê çalakiyeke protestoyî lidar xistin û xwedî li rojnamevanên li Tirkiyeyê girtî ne, derketin.

Li ser navê her du saziyan daxuyaniyek hevpar a çapemeniyê hate weşandin û hat xwestin, hemû rojnamevanên li Tirkiyeyê girtî ne, tavilê bên berdan.

Sekreterê Giştî yê Buroya PEN Danîmarka Klaûs Slavensky daxuyaniyek da û diyar kir, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, hema hema her roj bi rengekî komî rojnamevan, nivîskar û gelek rewşenbîr zêdeyî 156 kes hatin girtin û 2500 rojnamevan ji kar hatin derxistin. Slavensky bibîr xist, zêdeyî 180 buroyên rojnameyan hatine girtin û astengkirina malpera Wîkîpedîa şermezar kir.

Piştî daxuyaniyê, 50 hezar îmzeyên di çarçoveya kampanya piştgiriya bi rojnamevanên girtî re hatin komkirin, ji aliyê Sekretera Giştî ya Rêxistina Efûyê Trîne Chrîstensen ve radestî Konsolosxaneyê hatin kirin.