Partiyên rasgtir ên Fransa ji bo Efrînê rexne li Macron anîn

Serokê Koma Senatoyê ya Komarparêzên Partiya Rastgir a Navendî Bruno Retalilleau got li Efînê paqijiya Etnîk tê kirin û rexneyên tun dli Serokkomar Emmanuel Macron anî.

Retailleau nameyek ji Macron re şand û got, ‘’Fransa her carê Kurd parastine, Macron bi bêdengiyeke ku mirov kerr dike pişta xwe da Kurdan.’’

Serokê Komê got, ‘’Ev bi 180 radeyî şemitîna ji helwesta Fransayê ye’’, amaje bi Serokkomarê berê kir û got, ‘’François Hollanda wêrektir bû’.

Retailleau got, ‘’Fransa newêre Erdoğan şermezar bike, ku Erdoğan Sûriye dagir kir û peymana NATO’yê, ku endamê wê ye, binpê kiriye.’’

ŞAŞIYEKE ÎNSANÎ, SIYASÎ Û DÎPLOMATÎK E

Serokê Komê wiha got: ‘’Şaşiyek e ku mirov pişta xwe bide Kurdan, ji ber ku em bi paqijiya entîk re rûbirû ne. Şaşiyeke siyasî ye, ji ber ku em destûrê didin komên ji DAÎŞ’ê ne cuda li Sûriyê bi cih bibin. Ev her wiha şaşitiyeke dîplomatîk e, ji ber ku di demeke wiha de ku herî pir pêdiviya wan bi me heye em ser hevalbendên xwe xêz dikin û pişta xwe didine wan.’’

ARMANCA ERDOĞAN EW E KU KURDAN BÊCIHÛWAR BIKE

Retailleau bal kişande ser armancên Serokkomarê Tirk Erdoğan û got, ‘’Ev armanc bi temanî hatiye serifandin û armanc ew e ku nifûsa Kurdan bide koçber bikin û hemû herêmên sînor feth bike.’’