Partiya Hevgirtin ya Efxanistanê piştgirî da grevên birçîbûnê

Berdevka Partiya Hevgirtin a Efxanistanê Selay Ghaffar peyamek bi dîmen weşand û piştgiriya xwe ya ji bo Hevseroka KCD Leyla Guven, grevên birçîbûnê anî ziman û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Berdevka Partiya Hevgirtin a Efxanistanê Selay Ghaffar bi dîmenekê piştgiriya partiya xwe û gelê Efxan a ji bo greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorvger a Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven û rêhevalên wê diyar kir. Di peyama bi dîmen de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate kirin.

Selay Ghaffar di destpêka axaftina xwe de Leyla Guven û girtiyên siyasî yên Kurd silav kir û got: “Dîroka têkoşîna Kurdistanê tijê ye ji mêr û jinên azad ku ji bo damezrandina civakekî dadwer, êşkence dîtine û xwîna xwe di vê rêyê de feda kirine, lê tu carî serê xwe li ber paşverûtiyê xwar nekirine. Tevgera azadiya Kurdistanê bi fedakariya jinên bilind weke Sakîne Cansiz, Şîrîn Elemhûlî, Arîn Mîrkan, Leyla Qasim, Fîdan Dogan, Leyla Ozcan, Avêsta Xabûr û bi sedan jinên din mezin bûye, lewre tu hêzêk nikare wê têk bibe.”

Ghaffar di berdewamiya axaftina xwe de got: “Leyla Guven ji xwezaya kajên daristanê gel e ku mala wê ya duyem zîndan e. Lê her car piştî ku ji girtîgehê tê berdan, ev jina leheng bi her awayî dengê xwe ji bo parastina gelê Kurdistanê bilind dike. Carekî din heval Leyla, zîndan kiriye qada têkoşîn li dijî rejîma dagirker ya Erdogan.”

Partiya Hevgirtin a Efxanistanê bi nûnertiya gelê Efxanistanê ku weke gelê Kurd ji tawan û paşverûtiya li herêmê de û ji dewletên emperyalîst êş dibînin û her roj di agirê teqîn û xwekujiyan de kesên xwe yên hêja winda dikin, piştevaniya xwe ji gelê Kurdistanê radigihîne.

Selay Ghaffar di dawiyê de got ku ew azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyên Kurd daxwaz dikin û axaftina xwe bi awazekî ji Xosro Gulsorxî bi dawî kir: “Em nêzîk bibin, divê em yek bibin, tirsa wan ji yêkitiya me ye.”