Pankarta li Balyozxaneya Tirk a li Bêrûdê: Hûn jî biteqizin!

Li pêşiya Balyozxaneya Tirk a li Bêrûdê ya ku paytexta Lubnanê ye, pankarta ‘Hûn jî biteqizin’ hate daliqandin.

Piştî ku dewleta Tirk daxuyaniyên pesinandina Osmaniyan dabû, li pêşiya balyozxaneya Tirk a li Rabîehê pankartek hate daliqandin.

Di pankartê de qoqek û alaya Tirkan heye û tê de dinivîse ku ‘Hûn jî biteqizin.’

AVN LI SER ‘TERORA OSMANIYAN’ DAXUYANÎ DA

Serokkomar Mîchel Avn hefteya borî bi wesîleya salvegera 100’emîn a dewleta Lubnanê gotibû “Hewldanên rizgarbûna ji bin nîrên Osmaniyan hemû bi şîddet û cînayetê bi dawî bûye. Osmaniyan di Şerê Cîhanê yê 1’emîn de teroreke dewletê li Lubnaniyan kiribû û bi sed hezaran kes miribûn.”

LI GORÎ ENQEREYÊ TEROR TUNEYE!

Wezareta Karê Derve ya Lubnanê roja Sêşemê gazî sefîrê Tirk Hakan Çakil ê li Bêrûdê kiribû.

Wezareta Karê Hundir a Tirkiyeyê jî nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Avn dabû û pesnê Osmaniyan dabûi. Wezaretê îddîa kiribû “Di dîroka Împaratoriya Osmaniyan de teror tune.”