NY: Li Yemenê gelek sûcên şer hatin kirin

Pisporên NY'yê diyar têkilî sûcên şer ên li Yemenê raporek hazir kirin.

Koma Pisporan ku ji hêla Konseya Mafê Mirovan a NY'yê ve ji bo Yemenê hatî avakirin, li gorî derfetên berdest ''kesên berpirsên sûcên şer ên navnetewî'' diyar kir û navên ku veşartî hatin hiştin ji bo Komîserê Payebilind ê Mafê Mirovan a NY'ê Mîchelle Bachelet ragihandin.

Hate gotin beşek girîng ji sûcên ku hatine kirin heke dadgeheke rayedar û serbixwe ava bibe ji ber sûcên şer wê werin mehkûmkirin.

Koma Pisporan li gel kêmasiyên hevkariya Koalîsyona Ereb û hikûmeta Yemenê jî bi 600 kesî re rûnişt, ku di nav van de mexdûr û sûcên şer jî hebûn. Di raporê de di nav sûcên şer de bombebaranên bêyî ku li sivîlan binerin hatin kirin, êrîş, bikaranîna birçîbûnê ya bi rengê çekek şer, êşkence, tecawiz, girtina kêfî, nebedîkirina bi arê zorê, çekdarkirina zarokên ku temenê wan di bin 15'an, hatin rêzkirin.