NY: Li Kolombiyayê bi dehan caran komkujî hatin kirin

Li Kolombiyayê ku li gel peymana aştiyê ya sala 2016'an çalakiyên tundiyê û komkujî lê dewam dikin, li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî tenê di nava vê salê de herî kêm 33 komkujî hatin kirin.

Di daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî (NY) de, tundiya li Kolombiyayê 'bi zimanekî tund hate şermezarkirin'. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li herêmên cuda yên welêt, aboriya binê erdê bi bandor e û komên çekdar êrişan dikin, ev jî dibe sedema encamên giran ên însanî.

Li gorî daxuyaniyê, di nava vê salê de herî kêm 33 caran komkujî hatin kirin, herî dawî li herêma Narînoyê roja Şemiyê di êrişekê de 8 kes hatin kuştin ku yek ji wan jin bû. Beriya êrişê cesedên 5 zarokên reşik ên ku temenê wan di navbera 14 û 16 salî de bû hatin dîtin.

HERÎ KÊM 41 ŞERVANÊN FARCÊ YÊN BERÊ HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di nava 6 mehên destpêkê yên îsal de ji gerîlayên berê yên Yekîneyên Şoreşger ên Çekdar ên Kolombiyayê (FARC) 41 kes hatin kuştin. Ev hejmar li gorî heman serdema sala 2019'an tê wê wateyê ku 10 ji sedî zêde bûye.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî 80 ji sedî yê komkujiyên li welêt, li herêmên ku kokaîn lê tên çêkirin, rû dan, 78 ji sedî jî ji aliyê rêxistinên sûc ve hatin kirin.

Li gorî saziyên civakî yên sivîl di nava vê salê de herî kêm 97 hawirdorparêz ji aliyê rêxistinên sûc ve hatin kuştin.

AŞTIYA BI FARCÊ RE: HÊZÊN PARAMÎLÎTER Û RÊXISTINÊN SÛC ÇALAK BÛN

Gerîlayên FARC'ê piştî peymana aştiyê ya sala 2016'an di sala 2017'an de dawî li têkoşîna çekdarî anî bûn. Lê belê bi hezaran endamên FARC'ê ku pê hesiyan şert û mercên aştiyê li gorî yên di peymanê de hatine destnîşankirin bi cih nayê anîn, sala 2018'an ji nû ve li têkoşîna çekdarî vegeriyan. Tevî yên ji FARC'ê qut bûn, bi hezaran gerîla yên endamên Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) û hin komên şoreşger têkoşîna çekdarî dimeşînin.

Tevî ku FARC'ê têkoşîna xwe ya çekdarî bi dawî kiriye û şer heta astekê kêm bûye, li dijî karên komên paramîlîter û rêxistinên sûcê yên bi dewletê re bi dehan salan hevkarî kirin, tedbîrên têrker nehatine wergirtin. Li Kolombiyayê ku kokaîna herî zêde li wir tê çêkirin, li gorî Neteweyên Yekbûyî sala 2019'an li qadeke ji 154 hezar hektarî kokaîn hate çêkirin.