NY: Divê êrîşên li ser Rohîngyayiyan were darizandin

Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku li Myanmarê bi sed hezaran Rohîngyayiyan koç kirine û di bin gefên qirkirinê de ne. NY xwest ku bila Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî têkeve dewrê.

Neteweyên Yekbûyî îddîa kir ku ji Tebaxa 2017’an û vir ve herî kêm 740 hezar misilmanê Rohîngyayê li Myanmarê di bin gefa qirkirinê de ne. Raportorên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî hatibûn peywirdarkirin, diyar kirin ku Rohîngyayiyên ku welatên xwe terikandine, şertê wan ê vegerê tune.

Di raporê de hate diyarkirin ku Myanmarê Peymana Pêşîlêgirtina Sûcê Qirkirinê û Darizandina wê ya di sala 1948’an de îmze kiriye û xwest ku bila Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî têkeve dewrê.

Li Myanmarê di havîna 2017’an de artêşê şer kiribû hincet û bi sed hezaran Rohîngyayî koçber kiribû. 740 hezar kes ji eyaleta Rakhîneyê derketibûn û xwe spartibûn Bangladeşê.