Nûnerên NATO û Rûsyayê li Brukselê li hev civiyan

Nûnerên Rûsya û NATO ku ji ber peymana li ser çekên nukleerî (INF) di nava rewşeke nakok de ne, li Brukselê li hev civiyan û li ser tetbîqatên leşkerî yên dema bê axivîn.

Dema ku Serokê DYA'yê Donald Trûmp eşkere kir ku ew dixwazin xwe ji Peyman Hêza Nukleerî ya bi Menzîla Navîn (INF) a ku sala 1987'an bi Yekîtiya Sowyetan re hatiye îmzekirin vekişîne, hin rayedarên NATO'yê destek dabûn Trûmp.

Ev aloziya demkurt, li mijara hebûna Rûsya û NATO'yê ya li welatên Ewropa Rojhilat û pirsgirêka Ûkraynayê rê li ber nakokiyên nû vekiribû.

Tetbîqatên leşkerî yên her sal tên kirin, di navbera Rûsya û NATO'yê de rê li ber pirsgirêkan vedikin. Her du alî li ser tetbîqatên leşkerî yên mezin biaxivin, li Brukselê li hev civiyan.

Li gorî daxuyaniya çapemeniyê ya NATO'yê, tevî mijara Ûkraynayê, tetbîqatên leşkerî yên aliyan hatine nirxandin. Di daxuyaniyê de li ser hevdîtinên li Brukselê hate gotin, "aliyan diyalogeke vekirî danîne" û hate gotin, tetbîqata Vostok a Rûsyayê û tetbîqata Trîdent Jûnctûre Drîlls a NATO'yê hatine nirxandin.

Rûsyayê meha Îlonê tetbîqata Vostokê pêk anîbû ku mezintirîn tetbîqata leşkerî bû. Nêzî 300 hezar leşker, zêdeyî hezar balafir, helîkopter, balafirên bê mirov, 36 hezar tank, maşînên zirxî û wesayitên teknîkê û 80 keştî tevlî tetbîqata Vostok-2018 bûbûn.

NATO'yê jî hefteya bihurî li Norwêcê dest bi tetbîqata bi navê Trîdent Jûnctûre Dîlls kiribû.