Nûçegihan-nivîskarê Swêdî qala Amedsporê dike

Nûçegihan û nivîskarê navdar ê Swêdê Erîk Nîma, ji bo nîşandana koleksiyona xwe ya formayan dest bi gerê kir. Nîma di vê gerê de qala Amedsporê dike.

Nîma formayên 800 tîmên futbolê yên ji bajarên cuda yên cîhanê li gelek bajarên Swêdê nîşan dide. Vê gera Nîma cihekî berfireh di medya nivîskî û dîtbarî de girt.

Nûçeyên Çandê yên Televîzyona Dewletê ya Swêdê pêr cihekî berfireh da gera Nîma. Nîma di hevpeyvîna xwe de rahişt forma Kesk-Sor û Zer ê Amedsporê û got, "Ev forma yê Amedsporê ye. Ji ber ku bi rengên Kurdan dilîze û bi ser dikeve, astengiyeke mezin derdikeve pêşiya vî tîmî. Ne tenê Federasyona Futbolê, rejîm û gelemperiya Tirkiye li dij derket."

Nîma meha bihurî bi lîstikvanê berê yê Amedsporê Denîz Nakî re di Kûpa Mezopotamyayê de axivî bû û piştre gotarek li ser astengî û êrîşên li ser Amedspor û Nakî di rojnameya Aftonbladetê de weşandibû.