Nîjadperestan êrîşî Dîe Lînke kirin

Li Elmanyayê vê dema dawî hema bêjin her roj xwepêşandaneke nîjadperestî tê kirin. Nîjadperestan li Chemnîtzê êrîş birin ser buroyên Partiya Çep (Dîe Lînke).

Piştî ku meha Tebaxê Elmanek ji aliyê kesekî ji Sûriyeyê ve hate kuştin, bi vê bahaneyê gelek xwepêşandanên nîjadperestî hatin kirin. Ji ber helwesta qels a Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ku ji îstîxbarata navxweyî berpisyar e, van xwepêşandanan baweriya bi hikumetê re kêm kir. Xwepêşandanên nîjadperestî hema hema her roj tên organîzekirin.

Doh li bajarên Chemnîtz û Dortmûndê xwepêşandan hatin lidarxistin û bi hezaran rastgirên tund tevlî bûn. Nîjadperestan êrîş birin ser partiya Dîe Lînke ku bi milyonan dengdêrên xwe hene. Li bajarê Chemnîtzê 2 hezar kes tevlî xwepêşandanê bûn. Di dema xwepêşandanê de camên buroya Dîe Lînke hatin şikandin û nîjadperestan hêk avêtin avahiyê.

Li avahiya ku bû hedefa êrîşê, buroyên gelek parlamenterên Parlamentera Eyaleta Sachsenê hene.

Te gotin ku ji dema destpêkirina xwepêşandanên nîjadperestî û vir ve 15 caran êrîş hatine kirin.