Neteweyên Yekbûyî ji ber birçîbûna li Yemenê hişyarî da

Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da û diyar kir, eger welatên endam bi lezgînî nekevin nava liv û tevgerê, dibe ku pirsgirêka birçîbûnê ya bi milyonan mirovên li Yemenê rê li ber encameke gelekî giran veke.

Alîkarê Serketerê Giştî yê ji alîkariya mirovî berpirsyar Mark Lowcock agahî da Konseya Ewlekariyê ya NY'ê û got, "Hindik maye ku Neteweyên Yekbûyî li Yemenê di têkoşîna dijî birçîbûnê de têk biçe."

Lowcock destnîşan kir ku ji ber rewşa li Yemenê ew 'gelekî reşbîn' in û diyar kir, rewş bi taybetî van hefteyên dawî girantir bûye.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser belavbûna pirsgirêka birçîbûnê ya li Yemenê û got, dibe ku rê li ber mirina gelek mirovan veke û rewşeke welê rû bide ku veger êdî jê nebe.

Mark Lowcock tevî alîkariya însanî bang kir ku ji bo qedandina şerê li Yemenê danûstandinên siyasî werin zêdekirin.

Li Yemenê ji ber şerê navxweyî ji sala 2015'an û vir ve zêdeyî 10 hezar sivîl mirin, 56 hezar kes birîndar bûn. Bi milyonan mirov birçî ne û bi hezaran kes jî bi nexweşiyê ketine.

Tê texmînkirin, li Yemenê ku nifûsa xwe 28 milyon e, 22 milyon kes hewcedarê alîkariya însnî ne.