Netanyahu: Erdogan ê ku li Efrînê sivîl kuşt, nikare dersê bide

Piştî ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan Serokwezîrê Îsraîlê weke "terorîst" sûcdar kir, Netanyahû bersiveke tund da wî.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahû got, Erdogan ê ku Qibris û herêma Kurdan dagir kiriye û li Efrînê sivîl kuşt, nikare dersê bide.

Erdogan piştî bûyerên ku 16 Fîlîstînî lê hatin kuştin daxuyaniyek dabû û gotibû, "Ev êrîş li derveyî mirovahiyê ye." Erdogan ji Netanyahu re gotibû "terorîst."

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu bi rêya malpera xwe ya Facebookê daxuyaniyek weşand û got, "Erdogan hîn nebûye ku yek bersivê bide wî. Lê belê divê êdî hînî vê bibe. Yê ku Bakurê Qibirsê dagir kiriye, herêma Kurdan dagir kiriye û li Efrînê koka sivîlan aniye, nikare li ser nirx û exlaqê dersê bide."

Her du welat gelek caran bi gotinan bi hev ketin. Lê belê têkiliyên leşkerî û bazirganiya navbera her du welatan ti carî nesekinîn.