NATO hejmara leşkerên xwe yên li Afganîstanê zêde dike

Tê plankirin, hejmara yekîneyên NATO'yê yên ji bo perwerdekirina leşker û polîsan li Afganîstanê ne, bê zêdekirin.

Hejmara leşkerên NATO'yê yên li Afganîstanê, bi qasî 15 hezar û 500 e. Hat ragihandin, di civîna bilind a NATO'yê de, ku li paytexta Belçîka Brukselê hate lidarxistin, li ser mijara zêdekirina hejmara yekîneyên NATO yên li Afganîstanê nîqaş hatiye kirin.

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg ragihand, hejmara leşkerên wan ên li Afganîstanê wê were zêdekirin. Stoltenberg diyar kir, ev yekîne wê tevlî şer nebin û bi giranî hêzên ewlekariyê yên Afgan di şerî dijî Talîbanê de perwerde bikin.

Çavkaniyên dîplomatîk di wê baweriyê de ne, ku NATO ji bo karibe vê mîsyona xwe ya perwerdeyê ya li Afganîstanê bi cih bîne, di sala 2018'an de pêwîstiya xwe bi 2 hezar û 500 heta 3 hezar leşkerên din hene. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) dibêje, ev hejmar herî kêm divê 4 hezar be.

Piştî ku yekîneyên NATO'yê yên li Afganîstanê şer dikirin hatin vekişandin, ji sala 2015'an û vir ve di çarçoveya mîsyona bi navê 'Resolûte Sûpport' de 13 hezar û 500 leşker wezîfeyê dikin.

Şerê navbera Talîban û artêşa Afgan, di salên dawî de zêde bû û xuya ye Talîbanê herêma ku lê bi bandor e fireh kiriye. Herî dawî di 31'ê Gulanê de li paytext Kabûlê êrîşek pêk anî bû û ji ber vê êrîşê herî kêm 150 kesî jiyana xwe ji dest da bûn.