'Mordemê me'
Gerîla Mordem bi durustî, rûkenî û nêzîkatiya xwe ya wekhev a li hevrêyên xwe, di tunelên şer de weke 'Mordemê me' hate naskirin. Di wê baweriyê de bû ku fedaîtî ne bi vegotinê, lê bi jiyanê dikare bê temsîlkirin.
Gerîla Mordem bi durustî, rûkenî û nêzîkatiya xwe ya wekhev a li hevrêyên xwe, di tunelên şer de weke 'Mordemê me' hate naskirin. Di wê baweriyê de bû ku fedaîtî ne bi vegotinê, lê bi jiyanê dikare bê temsîlkirin.
Zapê çîroka şervanekî Ereb nivîsî ku ji bajarê Hûmsê rabû ku bajarê ji dîroka Xwedayên Rojê re şahidî kir û berê xwe da welatê Agir û Rojê. Navê çîrokê: Mordem Eylul e.
Abdullah Nebû li bajarê Hûmsê ji dayik bû ku ev bajar îro bi zehmetî tê pênasekirin û bi fermanên deqên reş dinale. Wî jidayikbûna xwe kir çarenûsa azadiyê.
Ne tenê ciwanên Kurd, ti ji ciwanên Rojhilata Navîn li ser xaka xwe azad nebû. Xelkê Ereb ku di gelek serdemên dîrokê de bi hunera xwe ya şer û dewlemendiya xwe ya çandî xwedî hikum bû, dawiya dawî nebûbû yek û nekarîbû bibe xwedî welatekî azad. Xelkê Ereb bi êş, berdêl û şervaniyê ewladên xwe mezin kiribû. Û bûbû cihê jidayikbûnê yê gelek şervanên esîl.
Abdullah jî li cihekî welê, li nava malbateke bi vî rengî, bi mîrateyeke bi vî rengî ya çandî mezin bû, hate mezinkirin. Digot, 'Beriya ku tevlî nava partiyê bibim hesteke min hebû, ew jî kêmmayî bû, daxwaza kirina karekî bû'. Di temenê ciwantiya xwe de ku nû gav avêtibû, li gel malbata xwe ya ji Sûriyeyê koçî Rojavayê Kurdistanê kir, rastiya gelê Kurd nas kir. Gava ku çavê xwe vekir, bi baldariya zarokekî nû jidayikbûyî jiyan, çand û berxwedana gelê Kurd lêkolîn kir.
Abdullah Nebû di temenê ciwantiyê de ciwanên Kurd ên welatparêz nas kir, bi wan re bû heval û bi bandora hezkirina wan a ji xakê tevlî nava têkoşîna ciwanên Kurd ên welatparêz bû. Abdullah ku digot, 'Ji ber ku em bi dîrokê nizanin em baş hevdu nas nakin. Lewma em têkoşîna gelên xwe nas nakin' Tevgera PKK'ê nas kir ku ronahiya doza Kurd a bi rûmet bû.
Piştî ku felsefeya mozaîka gelan a Rêber Apo nas kir, ji bo jinûve destpêkirina jiyanê sond xwar. Ji bajarê Xalid Bîn Welîd bi rê ket ku nîşaneya şervaniyê bû, li bajarê Hasan Alî Akleh mezin bû ku li dijî êşkenceyên rejîma Baasê bedena xwe da ber agir û berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku şervanên herî wêrek ên her demê lê civiyane.
Abdullah di sala 2016'an de tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû, li çiyayên Kurdistanê rastiya wan şervanan nas kir ku ji bo hemû gelan şer dikin. Navê xwe kir Mordem ku bi Kurdî tê wateya 'mirov'. Ji bo jiyana wekhev, bi rûmet û azad a gelan tevlî nava heîqeta şervanên fedaî bû.
Ji ber ku bi Kurdî nizanîbû, bi rûkeniya xwe, xwe îfade dikir. Di demeke kurt de li gel şert û mercên giran ên şer jî hezkirina hevrêyên xwe û çiya di dilê xwe de çand.
Ked da û di nava şert û mercên giran ên baran, herî, berf û sermayê de erzaq û cebilxane ji hevrêyên xwe re bir û xebitî. Her ku xebitî qîmetê kedê hîn baştir fêhm kir. Her ku ked da, pê hesiya ku xwe ji nû ve ava dike. Mordem ku li gelek qadan gerîlatî kir, herî dawî berê xwe da Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê.
Qada Berxwedanê ya Girê Bahar ji bo Mordem bû ew dever ku ji nû ve ji jiyanê hez bike û jiyanê pênase bike. Mordem Eylul ku digot, 'Her tim tiştek kêm bû. Em kêm bûn. Jiyan bi xwe jî tine bû, lê belê di nava PKK'ê de min her tişt dît. Her tişt ji nû ve nas kir' bû cihê gelek destpêkên nû.
Mordem li Herêmên Parastinê yên Medyayê û gelek qadên berxwedanê beşdarî nava tîmên gerîla yên bi tevger bû. Bi nêzîkatiya xwe ya durust û ji dil, bi nêzîkatiya xwe ya wekhev a li hevrêyên xwe yên Kurd, Ereb û Tirk, bi sekna xwe ya jîr û xebatkar di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Li tunelên şer, li nava hevrêyên wî weke 'Mordemê me' dihate naskirin. Mordem di wê baweriyê de bû ku fedaîtî ne bi vegotinê, lê bi jiyanê dikare bê temsîlkirin. Û bi vê baweriyê berê xwe da çiyê.
Gerîla Mordem Eylul di 2024'an de di havînê de ji nava hevrêyên xwe koç kir û tevlî karwanê şehîdan bû. Wê her tim bê bîranîn; bi gelek bîranîn û nirxên ku ji hevrêyên xwe re hişt wê bê bîranîn.