Mismarî: 4 'Pêşmergeyên Roj' li Lîbyayê hatin destgîrkirin

Artêşa Lîbyayê bi daxuyaniyekê da zanîn ku wan 4' pêşmergeyên roj' ku bi hêzên Tirkiyê re hatine Lîbyayê, destgîr kirine.

Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Ehmed El Mismarî li ser şandina hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê û şerê li welêt, li Bîngaziyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Fermandarê Artêşa Lîbyayê Ehmed Mismarî di civînekî çapemeniyê de ragihand ku Tirkiyeyê li bajarê Hewlêrê 'pêşmergeyên Roj' perwerde kirine û ji bo li Lîbyayê şer bikin şandine welat.

Mismarî di heman demê de nasnameya 4 'pêşmergeyên Roj' eşkere kir ên ku ji Rojava Kurdistanê ne. Mismarî diyar kir ku ew hêz ji aliyê PDK’ê ve hatine perwerdekirin û bi fermana Tirkiyeyê şandine Lîbyayê da ku li dijî hêzên wan şer bikin.

Ehmed Mismarî di dawiya axaftinên xwe de got ku, "Tirkiye bi dayîna pereyan çekdarên opozîsyona Sûriyeyê û komên nêzîkê xwe dişîne welatê me, lê belê ew pêşmergeyên ku hatine destgîrkirin, bi armanca tunekirina rêveberên artêşa Sûriyeyê, PKK û YPG perwerdeyeke taybet dîtine."