Mîna ku dihate payin Sîsî bi ser ket

Di hilbijartinên Serokkomariya Misrê de mîna ku dihate payin Abdul Fetah El Sîsî bi ser ket.

Serokkomarê heyî Abdul Fetah El Sîsî, mîna hilbijartina 2014'an 97 ji sedî yê dengên derbasdar bi dest xist. Hevrikê wî Mûsa Mûstafa Mûsa tenê 3 ji sedî yê dengan stand. Çav li rê ye ku encamên fermî 2'ê Nîsanê bên eşkerekirin.

Ji ber ku ji destpêkê ve dihate payin ku Sîsî bê hilbijartin, bala mirovan bi giranî li ser rêjeya tevlîbûna li hilbijartinê bû. Li gorî texmînan rêjeya tevlîbûnê 40 ji sedî ye.

Ev rêje ji sala 2005'an û vir ve ku Hunsu Mubarek bi tevlîbûna rêjeya 23 ji sedî hatibû hilbijartin, rêjeya herî kêm e.

Ji ber nebûna hevrikan, alîgirên Sîsî rêjeya 40 ji sedî ya tevlîbûnê weke encameke baş dibînin. Lê li gorî mûxalîfan ev yek neserketin e.