Metirsiya vîrûsa Korona li ser dinê heye!

Hejmara kesên ji ber vîrûsa Koronayê ya li Çînê peyda bûye mirine gihişte hezarî. Epîdemîyolojîst bi nav û deng hişyarî da ku dibe bandora vîrûsê ji sedî 60’ê nifûsa cîhanê bike. WHO got: “Xeterike gelek mezin e.”

Ji ber vîrûsa Korona ya ku Kanûna 2019’an li bajarê Wûhan a xwedî 11 milyon nifûs e derket holê li Kita ya Çînê hejmara bûyeran gihişte 42 hezar û 600’î, ji vana herî kêm hezar û 16 kesî mirin.

JI DERVEYÎ Kıta ya Çînê li Fîlîpînanê yek, yek li Hong Kong a xweser du kes mirin û li 30 welatan û herêman hejmara bûyeran gihişte 400’î.

WOH: XETERIYEKE PIR MEZIN E

Sekreterê Giştî Tedors Adhanom Ghebreyesûs ê di konferansa tenduristiyê ya li Cenevre ya WHO’yê de axivî ragihand ku ji sedî 99’ê bûyeran li Çînê pêk hatiye û got: “Ev yek heman demê ji bo yên din ên li cîhanê xeterikeke gelek mezin çêdike.”

Nêzî 400 mirovên zana tevlî konferansê bûn û di nava du rojan de zêdetirê x we l iser têkoşîna li dijî vîrûsê sekinîn. Rêveberê WHO’yê got: “A herî girîng, rawestandina vîrûsê û rizgarkirina jiyana welatiyan e.”

WOH bang kir ku hemû welat destê xwe bidin yek û agahiyan bi hev re parve bikin û got: “Ji bo têkbirina vê vîrûsê pêwîstiya me bi parvekirinên adil hene.”

Ghebreyesûs bi domdarî got:”Eger em niha destê xwe bidin hev, ji bo rawestandina vê vîrûsê şansekî me yê realîst heye.

NAVÊ VÎRÛSÊ GUHERÎ

Li aliyê din navê vîrûsa berî niha weke 2019-nCov hatbû nasandin weke Covîd-19 hate guhertin.

LI SER CÎHANÊ XETERIYEKE MEZIN E

Profesorê navdar ê Hong Kongî Gabrîel Leûng berî tevlî konferansê bibe ji rojnameya Gûardîan re nivîske nivîsî û hişyariya dibe ku ev vîrûs wê ji sedî 60’ê nifûsa cîhanê bandor bike.

Li aliyê din xwendekarekî Çînî yê ku bi vîrûsa Koronayê ketibû li Rûsyayê piştî ku li nexweşxaneyeke Tyûmen a li Sibîryayê dihate dermankirin û şûnde saxbûye. Rayedarên Rûsî ragihandin ku 31’ê Çileyê li nexweşxaneyê hatiye razandin û piştî tehlîlên dawî û şûnde derket holê ku baş bûye. Li gorî daneyên fermî li Rûsyeyê tenê bûyerek ya vîrûsê pêk hatiye.

Li Londonê jî li gorî lêkolînerên Împeîal College di nava kesên yekem de ne ku derziya li dijî vîrûsê ku li ser mişkan ceribandin. Lêkolîneran anî ziman ku heta dawiya salê bi hêvîne ku derziyekê amade bikin.

Li gorî ajansa nûçeyan Xinbûa li Şengayê li zanîngehekê wê roja Yekşemê li ser mişkan dest bi ceribandinê bikin.