Meşa li Yewnanistanê di roja 2’an de ye
Li Yewnanistanê meşa Kurdan a li dijî komplo û tecrîdê didome.
Li Yewnanistanê meşa Kurdan a li dijî komplo û tecrîdê didome.
Li Yewnanistanê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger meşeke dirêj hatibû destpêkirin. Meş di roja 2’an de didome. Çalakger vê sibê jî dest bi meşê kirin û li bajar û navçeyan derbarê Komploya 15’ê Sibatê û grevên birçîbûnê belavok belav kirin.
Ciwanan li cihên ku bêhna xwe didan, komplo protesto kirin û çalakgerên greva birçîbûnê silav kirin.
Meşvan wê sibê ber bi Atînayê ve bimeşin.