Menekşe Kizildere: Em ê siyaseteke nû û hîn çalak bibînin

Endama Meclîsa Jinê Menekşe Kizildere li ser Kongreya Partiya Çepên Kesk axivî ku wê rojên bê pêk were û got, "Piştî kongreyê em ê siyaseteke nûbûyî, hîn ciwan û çalak bibînin."

Partiya Çepên Kesk wê di 15'ê Cotmehê de kongreya xwe pêk bîne. Endama Meclîsa Jinê ya Partiya Çepên Kesk Menekşe Kizildere li ser pêvajoya kongreyê ji ANF'ê re axivî. Menekşe Kizildere anî ziman ku ew ê bi taybetî ji bo jin û zarokan têbikoşin, motîvasyona wan a herî mezin ev e û got, partiya wan ji bo têkoşîna jinê mîna dibistanekê ye.

Menekşe Kizildere ragihand ku piştî hilbijartinên parlament û serokatiyê yên 2023'an muxalefetê pêvajoyeke zehmet derbas kir û got, "Partiya Çepên Kesk li gel gelek astengî û zextan jî tevlî vê pêvajoyê bû û bû yekane partî ku kotaya jinê ya ji sedî 50'î pêk anî. Ev kevneşopî tevgereke gel e. Bêguman zext û astengî ji bo kêmasiyan nabe hincet. Ya ku em hesabê kêmasiyên xwe bidin, gel bi xwe ye. Heman piştî hilbijartinê me bi lez û bez civînên gel lidar xist, konferans û komxebatên xwe lidar xistin. Bi zêdeyî 50 hezar kesî û gelek saziyan re hevdîtin hatin kirin. Me di meha Îlonê de konferansên xwe yên mezin ên jinê û tevlîhev pêk anîn. Piştî vê jî em ê kongreyê pêk bînin.

Pênc mehên dawî me pêvajoyeke guhertinê derbas kir ku hemû civata me ya partiyê û gelê me tevlî bû û îradeyek tê destnîşankirin. Ya ku dibe para tevgereke gel jî ev e. Di vê pêvajoya berfireh a civîn û hevdîtinan de meclîsên me yên jinan ên navendî û xwecihî, bi civînên xweser rewşa siyaseta jinê bi berfirehî nirxandin."

Menekşe Kizildere destnîşan kir ku vê pêvajoyê siyaseta wan a jinê xurt kir, tevkariyeke kolektîf li daneheviya siyasî ya jinê kir û got, "Dewlemendiya van nîqaşan di encamnameya konferansa jinê de jî hate nîşandan. Di encamnameyê de ji binpêkirina mafên mirovan heta bi ked, ekolojiyê li gelek qadan soz û planên jinan bi xwe hene."

'EM Ê BI CIWANAN RE SIYASETEKE HÎN ÇALAK BIMEŞÎNIN'

Endama meclîsa Jinê ya Partiya Çepên Kesk Menekşe Kizildere di dawiya axaftina xwe de got, "Bi kongreyê re ne tenê navê partiyê, hevserok û kadroyên rêveberiya navendî, di heman demê de rêxistiniyên xwecihî jî wê piştre bêne guhertin. Di dîroka siyasî ya welêt de mînakeke kku beriya niha pêk nehatiye. Ji bo demokrasiyê hêvî ye. Ji bo tevgereke ku pêvajoya girtina gelek partiyan bi serî ve hatiye, her demeke nû mîna çandina şitlên nû ye. Siyasetmedarên ciwan ên mîna me li daristaneke mezin şitlên herî ciwan diçînin. Weke siyasetmedarên ciwan ên vê tevgerê dema ku em dinirxînin hingî daristaneke bêhempa dibînin.

Dikarim bibêjim ku piştî kongreyê em ê siyaseteke nû, hîn ciwan û çalak bibînin. Di pêvajoya piştî hilbijartinê de di heman demê de agahiyeke gelekî girîng a polîtîk hate afirandin. Ev agahiya polîtîk wê tevgera me hîn bêhtir xurt bike. Tevgera me ku akademiyeke siyasî ye, timî rê dide ciwanan, jinan, bindestan. Ev jî tê wateya daneheviyeke mezin a mirovan."