Macron fikarên xwe yên li Efrînê ji Erdoğan re got

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi hempîşeyê xwe yê Tirk re bi telefonê axivî û di mijara Efrînê de ‘fikarên’ xwe anî ziman.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Qesra Elysee ve hatî kirin Emmanuel Macron bi hempişeyê xwe yê Tirk Recep Tayyip Erdogan re bi telefonê axivî.

Serokomarê Fransayê di hevdîtinê de qala ‘girîngiya hevkariya stratejîk a bi Tirkiyeyê’ kiriye û fikarên xwe yên têkildarî dagirkeriya Tirk a li Efrînê vegot.

Li gorî daxuyaniyê Macron, “Fikarên Fransa yê di derbarê mudaxeleya leşkerên Tirk a li kantona Efrîn, alîkariya ji bo welatiyên sivîl divê were parastin, têkoşîna destpêkê ya li dijî DAIŞ’ê ku yek ji pirsigrêkên ewlehiya netewî ye” hatine dest girtin.

Macron got ku bi ‘mûdaxeleya Rûsya, Îran û Tirkiyeyê re rewşa heyî girantir bûye’ û banga avakirina çareseriya siyasî û tevgerîna li gorî agirbestê kir.