Macron: Divê deynên welatên Efrîkayê bên taloqkirin

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron destnîşan kir, ku ji bo bidawîkirina krîza vîrûsa koronayê, "mecbûrî" ye ku deynên parzemîna Efrîkayê bên taloqkirin. Macron diyar kir, ew alîgirê wê ye ku deyn bi temamî bê betalkirin.

Macron ji radyoya RFI re axivî û ji Wezîrên Maliyeyê yên welatên G20 xwest ku di civîna xwe ya vê Çarşemê de deynên welatên Efrîkayê taloq bikin.

Macron destnîşan kir, ku taloqkirina deynan "karekî sereke yê global e" û û got, "Di dema krîzê de divê derfet ji Efrîkayê re bê dayin ku ji aliyê aborî ve bêhn bê ber û nekevin ber xizmeta faîzên deynan. Ev yek qonaxeke mecbûrî ye û bi dîtina min pêşketineke baş e."

Macron destnîşan kir ku ew alîgirê wê yekê ye, deyn bi temamî bê betalkirin.

Serokkomarê Fransayê got, "Ji bo xurtkirina kapasîteya tenduristiyê divê em teqez alîkariyê bi Efrîkayê re bikin û di qada aborî de alîkariyê bi wan re bikin."