Lihevkirina Netanyahû-Gantz desteserkirina Şerîa Rojava ye
Peymana hikumeta yekîtiyê ku di navbera Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû û Benny Gantz de hate îmzekirin, desteserkirina beşeke mezin a Şerîa Rojava datîne ber xwe.
Peymana hikumeta yekîtiyê ku di navbera Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû û Benny Gantz de hate îmzekirin, desteserkirina beşeke mezin a Şerîa Rojava datîne ber xwe.
Şefê heyeta danûstandinan a Netanyahû Yarîv Levîn diyar kir, hikumeta ku li ser li hev hatiye kirin, "Serweriya Îsraîlê li Yehûda û Şamarya (Şomron)" weke armanc daniye ber xwe.
Projeya çareseriyê ya ku Serokê DYE'yê Donald Trûmp li ser şerê navbera Îsraîl-Fîlîstînê ferz dikir, tevlîkirina Geliyê Urdunê li xaka Îsraîlê, ku 30 ji sedî yê Şerîa Rojava ye û avakirina dewleteke Fîlîstînê ya li nava sînorekî teng destnîşan dikir.
Li gorî lihevkirina hikumeta yekîtiyê, plana Emerîkayê wê ji 1'ê Tîrmehê û pê ve pêşkêşî desteya wezîran a hikumetê û parlamentê bê kirin.
Serokwezîrê Rêveberiya Fîlîstînê Mûhammed Îştiyye nerazîbûn nîşanî planê da û hikumeta yekîtiyê ya Îsraîlê weke "hikumeta desteserkirinê" pênase kir. Îştiyye diyar kir ku ev plan çareseriya bi rêbaza du dewletan dixe metirsiyê.
Netanyahû û hevrikê wî yê berê Gantz roja Duşemê li ser avakirina hikumeta neteweyî ya lezgîn li hev kiribûn.
Li gorî vê lihevkirina ji bo sê salan, wê hikumetek bi dorveger bê avakirin. Netanyahû wê 18 mehên destpêkê Serokwezaretiyê bike, Ganz jî Wezîrê Parastinê. Di 18 mehên dawî de jî hikumeta lîsteya Şîn-Spî ya Gantz wê hikumetê bi rê ve bibe.
Lihevkirina Netanyahû û Gantz li Îsraîlê jî bû sedema nerazîbûnan. Dawiya hefteyê li Tel Avîvê bi hezaran kes li gorî pîvana mesafeya civakî tevgeriyan, bi du metreyan dûrî hev li qadan li hev kom bûn. Çalakgeran alên reş hildan û bi vî rengî diyar kirin ku 'demokrasiya Îsraîlê' ketiye metirsiyê.