Lîderên Koreyên Bakur û Başûr li hev dicivin

Lîderên Koreyên Bakur û Başûr wê roja 27'ê Nîsanê li hev bicivin.

Di daxuyaniya berdevkê komîteya jinûve yekbûnê de hate gotin, "Koreya Bakur û Koreya Başûr, 27'ê Nîsana 2018'an li hev kirin ku civîna bilind a navbera Koreyiyan li Mala Aştiyê ya Panmunjomê pêk were."

Lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un ji sala 1953'an dema bidawîbûna şer û vir ve yekemîn lîderê Koreya Bakur e ku diçe Koreya Başûr. Her du civînên bilind ên beriya niha salên 200 û 2007'an li paytexta Koreya Bakur Pyongyangê pêk hatibûn.

Kim Jong-un bi rengekî nepen serdana Pekînê kiribû. Ev yek bûbû serdana destpêkêy a lîderê Koreya Bakur a li derveyî welat.