Li Yewnanîstanê herî kêm 50 kes ji ber şewatê mirin

Li Yewnanîstanê ji ber şewata li daristanê herî kêm 50 kes mirin.

Li vîlayeke li Matî ku li peravê rojhilat ê herêma Attîka ye, danê sibehê cenazeyên 26 kesan hatin dîtin ku bi temamî şewitî bûn.

Ji êvara Duşemê û vir ve jî 24 kes mirin. Hate ragihandin ku ji ber şewata li daristanan bi giştî 50 kes mirine.

Ji ber şewatê 150 kes jî birîndar bûn ku rewşa 11 ji wan giran e. Şewata li herêma Attîkayê rû da, sibeha Sêşemê jî nehatibû kontrolkirin. Li herêmên cuda yên Yewnanîstanê jî doh bi şev şewat derket.

Tê gotin ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane, li derdora Matî masê mabûn.

Yewnanîstan ji bo hevkarên xwe yên Ewropî alîkariyê werbigire, mekanîzmaya parasina sivîl a Ewropayê xiste nava liv û tevgerê. Hikumetê her wiha xwest, alîkarî ji wan re bê dayin ku bi balafirên keşfê yên bê mirov ên DYA'yî liv û tevgera bi guman were tespîtkirin. Berdevkê hikumetê got, li 15 nuqteyên herêma Attîkayê di heman demê de şewat derketiye.

Li Yewnanîstan pila germê gihîştiye 40 dereceyê. Servîsên meteorolojiyê dibêjin, germa zêde wê roja Sêşemê jî dewam bike.