Li Yewnanistanê 11 penaber şewitîn

Li Bakurê Yewnanistanê wesayîta ku penaber tê de bûn li kamyonekê qelibî û 11 kes şewitîn.

Li gorî daxuyaniyên polîsan wesayîta ku penaberên ‘qaçax’ tê de bûn li nêzî bajarê Kavalayê li kamyonekê qelibî.

Hate diyarkirin ku tiştek bi ajovanê kamyonê nehatiye lê kamyon bûye xwelî.

Tîmên îtfaiyeyê ji wesayîta din 11 cenaze derxistin. Tê diyarkirin ku vê wesayîta ku berê wê li Selanîkê bû, yên tê de hemû penaber bûn.

Polîsan diyar kirin ku ev wesayît nexwestiye têkeve benda kontrolê ya polîsan.

Di meha Hezîranê de kamyonetekeku penaberên ji Sûriye û Îranê tê de bûn, li nêzî Kavalayê qeza kiribû û 3 jê zarok 6 kes miribûn.

Li gorî komîseriya Neteweyên Yekbûyî ji serê salê heta niha 12 hezar û 700 penaber gihiştine bakurê rojhilatê Yewnanistanê. Li vê herêmê di sala 2018’an de 40 penaber mirin. Nîvê van penaberan di Çemê Merîçê (Evros) de xeniqîn.