Li Yemenê koalîsyonê bombe li hêzên mûxalîf barand

Hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya Erebîstana Siûdî ku piştevaniya desthilatdariya Yemenê dikin, bombe li mûxalîfan barandin.

Li Yemenê hêzên mûxalîf êvarê qesra serokatiyê ya li Adenê ku bajarê herî mezin ê başûrê Yemenê ye kontrol kiribûn.

Hêzên ku serxwebûna başûrê Yemenê dixwazin doh êvarê sê leşkergeh û qesra serokatiyê kontrol kiribûn.

Hêzên koalîsyonê ku Erebistana Siûdî serkêşiyê ji wan re dike ev rewş weke 'darbeyê' nirxandin û bombe li herêmê barandin.

Li Yemenê ku pênc sal in şerekî giran diqewime, Erebîstana Siûdî, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî hêzên dewletê li dijî Hûsiyan şer dikin. Lê belê ji Înê ve li dijî hêzên ku serxwebûna başûrê Yemenê dixwazin şer dikin.