Li Xezeyê 70 kes jiyana xwe ji dest dan

Tevî hewldanên hevdîtina agirbestê jî, di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de 70 kes jiyana xwe ji dest dan.

ÊRÎŞÊN LI DIJÎ XEZEYÊ

Di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de 70 kes jiyana xwe ji dest dan. Navbeynkarên navbera Îsraîl û Hamasê ragihandin ku hevdîtinên agirbestê dest pê kirine. Rayedarên tenduristiyê bi daxuyaniyekê ragihandin ku di nava 70 kesên jiyana xwe ji dest dane de zarok jî hene.

Şêniyên herêmê, diyar kirin ku Îsraîl herêmên ku milîtanên Hamasê lê nebin jî bombe dike û sivîlan dikuje. Artêşa Îsraîlê jî îdîa kir ku yên hedef hatine girtin "kesên di çalakiyên terorê de cih digirin, her wiha hin kesên ku korîdorên mirovî îstismar jî kirine hene" û ev êrîş "ji kamyonên alîkariyê dûr hatiye kirin û bandora xwe li ketina alîkariyên mirovî ya berdewam nekiriye."