Li Venezuelayê 413 xwepêşander wê bên berdan
Li Venezuelayê zêdeyî 2 hezar kes ji ber protestokirina encamên hilbijartinê, hatibûn girtin. Hat ragihandin ku wê 413 xwepêşander bên berdan.
Li Venezuelayê zêdeyî 2 hezar kes ji ber protestokirina encamên hilbijartinê, hatibûn girtin. Hat ragihandin ku wê 413 xwepêşander bên berdan.
Li Venezuelayê di dema çalakiyên dijberî Maduro de, gelek kes hatibûn binçavkirin û girtin. Hat zanîn ku wê 412 kesên jî bên berdan. Di dema çalakiyên ku 30’ê Tîrmehê destpê kirîn de, zêdeyî 2 hezar kes hatibûn binçavkirin û girtin.
Serdozger Tarek Saab di daxuyaniya dayî de, destnîşan kir ku hejmara kesên heta niha hatine binçavkirin, gihişte hezar û 369’ê. Tarek Saab diyar kir ku wê di rojên pêşiya me de 413 xwepêşanderên din bên berdan.
30’ê Tîrmehê bi armanca protestokirina encamên hilbijartinê, bi hezaran kes daketibûn kolanan. Di dema xwepêşandanan de zêdeyî 2 hezar kes hatibûn binçavkirin û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dabûn.