Li Swîsreyê gelek kes di binê aşûtê de man

Li Çiyayên Alpê yên Swîsreyê aşût ket. Fikar hene ku gelek kes di bin de mabin û jiyana xwe ji dest dabin.

Li herêma Fiescheralp a kaşûnê ya li Kantona Valais a Swîsreyê, tê gotin ku gelek kesên li ger û geştê bûn ku hejmara wan baş nayê zanîn, di binê aşûtê de man.

Karê lêgerîn û rizgarkirinê ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê bi rê ve naçe.

Meşvanek ji ajansa nûçeyan a Swîsreyê ATS re axivî û diyar kir ku duh piştî nîvro li herêma Fiescheralpê aşût ketiye. Li gorî vî kesê ku bi zorê xwe ji aşûtê rizgar kir, di dema ketina aşûtê de gelek kes li herêmê bûn û di binê aşûtê de mane.

Polîsên kantona Valaisê ragihandin ku ew hê bi zelalî nizanin bê çend kes di binê aşûtê de mane û fikaran ji jiyana van kesan dikin.

Ji ber Cejna Paskalyayê gelek tûrîst hatibûn herêmê.