Li Somaliyê cîhadîstên Şebab êriş birin ser otelekê: 11 kes mirin

Li paytexta Somalî Mogadîşûyê, cîhadîstên Şebab ên ser bi El Qaîdeyê êriş birin ser otelekê. Di êrişê de 11 kes hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji aliyê polîsên Mogadîşûyê ve hatin ragihandin, kesên çekdar êriş birin ser otela Elîte ya li plaja Lûdo ku bi giranî rêveberên Somaliyî diçin wê derê. Hate ragihandin ku êriş ji aliyê pênc endamên Şebab ve roja Yekşemê hatiye kirin. Heta ku polîsan kontrola otelê bi dest xistin 4 saet derbas bûn.

Rayedaran diyar kirin ku di encama êrişê de yek jê polîs 11 kes û 5 êrişkar hatine kuştin. Hate ragihandin ku destpêkê wesayiteke bombebarkirî li nêzî otelê hatiye teqandin û piştre çekdar ketine otelê, kontrol xistine destê xwe û li derdorê reşandine.

Somalî ji sala 1991'ê û vir ve piştî ku rejîma leşkerî ya Sîad Barre hate hilweşandin, di nava kaosê de ye. Piştî rejîm hate hilweşandin, şefên eşîran bi hev ketin û rêxistina Şebab mezin bû.

Şebab ku sala 2011'ê ji paytextê hate derxistin, kelehên xwe yên sereke ji dest da. Lê belê hîn jî li qadên bejahî herêmên berfireh kontrol dike û êrişên xwe didomîne. Hem êrişî hedefên hikumetê dikin hem jî êrişî sivîlan dikin.

Demeke dirêj e ku otel di hedefa êrişên Şebab de ne. Sibata 2019'an li Mogadîşûyê di encama êrişekê de ku 24 saetan dewam kir herî kêm 20 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Mehek beriya vê êrişê li Naîrobiyê jî Şebabê êrişî oteleke luks kiribû û 21 kes kuştibûn.

Êrişa dawî ya Şebab a li Mogadîşûyê di Kanûna 2019'an de pêk hat. Bi wesayiteke bombebarkirî êriş hate kirin û piraniya wan sivîl 81 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.