Li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê êrîş: 10 şervanên Iraqî mirin

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku li rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Iraqê li dijî çeperên Mûxafizên Şoreşê yên Îranê û tifaqên wê êrîşeke hewayî hatiye kirin.

Mala Çavdêriyê diyar kir ku êrîş şeva Sêşemê pêk hatiye. Hate diyarkirin ku sê çeperên milîsên tifaqa Mûxafizên Şoreşê bûne hedef û di vê êrîşê de 10 şervanên Iraqê mirine. Hate diyarkirin ku nehatiye tespîtkirin ku balefirên kê ev êrîş kirine.

Di 8-9 Îlonê de jî li herêma Bûkemalê êrîşeke hewayî li bendên Îran û tifaqa wê hatibû kirin û 18 şervan miribûn.

Di Hezîrana 2018’an de li nêzî sînorê Iraqê hêzên nêzî Îranê bûbûn hedef û 55 şervan miribûn. Hatibû diyarkirin ku Îsraîlê ev êrîş kiriye.

Îsraîlê berê jî li Sûriyeyê li dijî Îran û Hîzbûllahê gelek êrîş kiribû.