Li Pakîstanê êrîşa xwekujî

Li eyaleta Balûcîstan a li başûrê rojava yê Pakîstanê, ji ber êrîşeke xwekujî ya li tirbekê hate kirin, herî kêm 18 kes mirin, 27 kes jî birîndar bûn.

Li herêma Cal Magsî ya Pakîstanê, êrîşa ku duh êvarê li Tirba Fatîhpûr rû da, li hemberî girseya gel a ji bo merasîma olî ya 3 rojan li hev civiyabû, hate kirin. Êrîşkarê bombeyî, piştî ku li ber deriyê tirbê ji aliyê polîsan ve hate sekinandin, xwe teqand. Tê gotin, yek ji kesên mirine polîs e.

Wezîrê Karên Hundir ê Belûcîstanê Sarfraz Bûgtî got, ji ber ku polîs bi êrîşkar hesiyane û li ber tirbê sekinandine, hejmara qurbaniyan kêm e.

Meha Sibatê, li bajarê Şehvan Şerîf ê eyaleta Sînd a Pakîstanê, êrîşeke xwekujî li Tirba Lal Şahbaz Kalender hatibû kirin û di encamê de 80 kes miribûn. DAIŞ'ê ev êrîş li xwe girtibû.