Li navenda Berlînê wesayitên bi nivîsa 'Tevgera Taybet'

Çeteyên rejîma Erdogan êdî li paytexta Elmanya Berlînê bi wesayitên ku amblema polîsên dewleta Tirk û nivîsa "Tevgera Taybet" li ser in, digerin. Tevî vê yekê jî polîsan tiştek nekirin.

Rejîma Erdogan ji bo Kurdistanî û mûxalîfên Tirkiyeyî yên li Elmanyayê bitirsîne dest bi rêbazeke nû kir. Pêr li taxên Kreûzberg, Weddîng û Neûkolln ên paytext Berlînê ku piraniya şêniyên wê koçber in, çeteyên rejîma Erdogan bi wesaitên ku amblema polîsên dewleta Tirk û nivîsa "Tevgera Taybet" li ser bûn, geriyan.

Van çeteyan bi gelek wesayitên bi heman tîp û modelê geriyan û propaganda dewleta Tirk kirin. Vê yekê mûxalîfên rejîma Erdogan ên li bajêr in, xiste nava fikaran. Endamê Partiya Çep ê Meclîsa Eyaleta Berlînê Hakan Taş bi wêneyên wesayitên çeteyên Erdogan serî li polîsan da û giliyê wan kir.

Taş diyar kir ku bi wesayitan propaganda rejîma Erdogan hatiye kirin û vê yekê mûxalîfên li bajêr xistiye nava fikaran. Taş daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Yekîneyên taybet ên polîsên Tirk bi zext û operasyonên siyasî yên li dijî mûxalîfan berpirsyar in. Lewma, nivîsandina nivîsa 'Tevgera Taybet' tiştekî tesadûfî nîne."

LI GORÎ POLÎSÊN ELMAN, 'SÛC' NEHATIYE KIRIN

Parlamenterê Partiya Çep Taş bi bîr xist ku ev wesayitên li nava Berlînê geriyan, polîsên Tirk tînin bîra mirovan û xwest, bûyer bi berfirehî were lêkolîn. Taş ragihand, wê mijarê bixe rojeva Meclîsa Eyaleta Berlînê û xwest, têkiliya ajokarên wesayitan bi rejîma Erdogan re were eşkerekirin.

Lê belê li gorî yekîneyên ewlekariyê yên li Berlînê 'sûc' nehatiye kirin. Berdevkê polîsê Berlînê li ser mijarê daxuyaniyek da û îdîa kir ku sûcekî lê were pirsîn nîne. Rayedarê Midûriyeta Emniyetê ya Berlînê Carsten Muller got, ji ber ku li ser wesayitan dengê sîrena polîsan nîne, sûc nehatiye kirin. Dozgerê Berlînê jî nêrîneke bi heman rengî anî ziman.

GELO WESAYIT Ê ÇETEYÊN 'OSMANIYÊN ELMANYAYÎ' NE?

Tê texmînkirin ku ew wesayit ê çeteyên berê yên Osmanen Germanîa (Osmaniyên Elmanyayî) ne, ku meha Tîrmehê li Elmanyayê hatibûn qedexekirin. Ev çeteyên çekdar ên rejîma Erdogan ji ber qaçaxçitiya mirovan, kuştin û birîndarkirina mirovan sûcdar hatibûn dîtin.