Li mîtînga Serokkomarê Efgan teqîn: Herî kêm 24 kes mirin

Di dema mîtînga hilbijartinê ya Serokkomarê Efganistanê Eşref Ganî de teqînekê rû da û herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan 31 kes jî birîndar bûn.

Li gorî qenala Tolo Newsê Serokkomar Eşref Ganî li wîlayeta Parvanê mîtîngek ji bo hilbijartinê pêk anî û li derdora mîtîngê teqîneke dijwar rû da.

Di encama teqînê de herî kêm 24 kes mirin û 31 kes jî birîndar bûn.

Medya xwecihî ragihand, dema ku Ganî diaxivî teqîn pêk hatiye. Heman çavkaniyan diyar kirin ku Ganî birîndar nebûye.

Çavkaniyên nexweşxaneyê ragihandin ku di nava kuştî û birîndaran de jin û zarok hene û piraniya wan sivîl in. Tê gotin ku fikar hene bîlanço girantir bibe.

Qenala 1TV jî agahiyên nûçeya xwe spart Wezareta Karên Hundir û diyar kir ku teqîn ji ber bombeya zindî ya bi motorsîkletê qewimiye.

Li gorî ajansa Reutersê heman rojê li navenda paytext Kabîlê di teqîneke din de sê kesan jiyana xwe ji dest dane.