Li Minbicê teqîn: 2 endamên Hêzên Ewlekariyê şehîd bûn

Di dema derbasbûna wesayîta girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundir a Minbicê de teqînek pêk hat. Di teqînê de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundir şehîd bûn.

Di dema derbasbûna wesayîta Hêzên Ewlehiya Hundir a Minbicê ya li Rêya Şehîdgehê mayîneke ku hatibû danîn teqiya.

Li gorî agahiyên hatin girtin, di teqînê de 2 Endamên Hêzên Ewlehiya Hundir a Minbicê şehîd bûne, yek jî birîndar bûye.