Li Madrîdê doza dîrokî ya Katalonyayê dest pê kir

Bi sedema ku serxwebûna Katalonyayê ragihandine doza 12 rêveberên Katalan dest pê kir. Gelek parlamenterên Ewropayê gotin, doz 'siyasî' ye.

Doza 12 rêveberên Katalan ên ku Cotmeha 2017'an serxwebûna Katalonyayê ragihandin dest pê kir. Di nav wan kesan de ku têne darizandin du parlamenterên berê yên Ewropayê Junqueras û Raul Romeva jî hene. Nayê payin ku biryar beriya Tîrmehê were standin.

Gelek parlamenterên Ewropî ji bo doza li Spanyayê gotin, ''doza siyasî'' û ji ber ku bi nirxên damezirîner ên Yekîtiya Ewropayê re li hev nakin, hewlest nîşan dan.

Ji koma lîberal parlamenterê Sloven Îvo Vajgl got, ''Diviya dozeke wiha li Ewropayeke demokratîk nebûya''.

Parlamenterê Fransiz Jose Bove jî got, ''Skandaleke ji bo ku mirov pirseke siyasî çareser bike serî li dozê bide'' û diyar kir çareserî ew e ku hemû kesên girtî werin berdan. Bove bang li YE'yê kir ku ji bo pirsa li Katalonyayê çareser bikin, mudahele bike.